Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

400 Kesên Ser bi DAIŞ ve li Erebistana Saudîyê Hatine Girtin


Nexşeya Erebistana Saudî.

Hikûmeta Erebistana Saudî îro Şemiyê ragihand ku wê bêtirî 400 kesî girtiye ku piraniya wan welatiyên Saudî bûn. Girtina van kesan hat, li ser gumana girêdana wan bi rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) re.

Wezareta Hundir ya Saudî di daxuyaniyekê de bi riya Ajansa Saudî ya Nûçeyan got ku ev girtin beşek e ji operasyoneke berfireh jibo rêgirtina êrîşên DAIŞ li ser mizgeft, hêzên ewlekariyê û dezgehên hikûmetê li parêzgeha Şarûrah.

Wezareta Saudî got, ev kesên Şemiyê hatin girtin tawanbarên du êrîşên xwekuj li Gulana borî li ser mizgeftên Şîa li rojhilatê welêt bûn.

XS
SM
MD
LG