Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mesûd Kaso: DAIŞ Çekên Kîmyawî li Dijî Kurdan Bikar Aniye


çalakvanên Kurd û pisporên çekan radigihînin ku mîlîtanên DAIŞ çekên kîmyawî li dijî hêzên Kurdan li Sûriyê bikar anîne.

Li gorî raportan, DAIŞ çekên kîmyawî li dijî hêzên Kurd li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bikar aniye.

Di vê derbarê de, parêzêrê qanûna navnetewî Mesûd Kaso ji Dengê Amerîka re dibêje, DAIŞ ti rêgirên mirovahî û exlaqî tune ye ku van çekan bikar neyîne. "Lewra tiştekî normal e li cem wan ku bi her şêweyê şerê Kurdan bikin."

Birêz Kaso yê ku Londonê dijî, herwiha da zanîn, heta ku hêza DAIŞ di hemû waran de were tevizandin, "divê çavkaniyên wê yên darayî werin miçiqandin. Wê çaxê, DAIŞ pûç dibe û hêza wê namîne."

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:38 0:00

XS
SM
MD
LG