Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Japonya: Çalakiyên Çînê yên Deryaya Rojhilatê Çînê Gefa Sereke ye


Japonya dibêje, çalakiyên Çînê yên dijminane li nav Deryaya Rojhilatê Çînê yek ji gefeyên sereke li ser ewlekariya Japonya ye.

Ev yek li vê dema ku Serokwezîr Shinzo Abe amadekariya çend gavan dike jibo berfirehkirina rola artêşa Japonê.

Di raporta berevanî ya salane de ku îro Sêşemê belav bû, Wezareta Berevanî ya Japonê bi tundî rexne li hewildanên Çînê yên derxistina gaz û petrolê ji Deryaya Rojhilatê Çînê kir.

Wezareta herwiha rexne li hebûna leşkerî ya Çînê li nêzîk giravên ku ji aliyê Japonyayê ve tên kontrolkirin, kir.

Di heman raportê de, çalakiyên Çînê yên li nav Deryaya Başûrê Çînê hatin şermezarkirin. Li wir, Pekînê dest bi avakirina jimareke giravên çêkirî kiriye. Ev yek jî bûye sedema girjiyeke mezin di navbera Çîn û welatên cîran yên Rojhilatê Asyayê.

Di raporta Wezareta Berevaniya Japonê de, programa mûşekên navokî ya Koreya Bakur wekî gefe li ewlekariya Japonyayê hate zanîn.

XS
SM
MD
LG