Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ciwan Haco:Xewna Min Ku Ez Vegerim Kurdistana Rizgar û Li Wir Bijîm


Ciwan Haco di sala 1957'an de li bajarokê TirbeSipiyê /Sûriye/Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê.

Piştî xwendina xwe ya dibistana amadehiyê çû Elmanya û li wir sê salan muzîk xwînd di Zanîngeha Bochumê de.

Ciwan Haco bi awayekî pîşekarane di dawîya salên 70î de û destpêka salên 80î de dest bi weşandina albûmên xwe kir.

Ciwan mîna navê xwe ye, her dem mûzîkek nû û ciwan diaferîne, reh û reseniya ziman û çanda Kurdî bi şêweyekî nû bi mûzîk û çanda Ewropî re dihûne.

Dema tu li Ciwan guhdar dike, tu hevok û gotina kurdî ya resen dibîne, sawirên Cegerxwîn, Mîr Celadet, Qedrî Can, Hejar, Sebrî Botanî...û hinî din li tenişta helbesta nûjen ya Kurdî tên birêzkirin.

Di serbora xwe de ya dûm û dirêj di mûzîka Kurdî de, Ciwan karîbû danasîneke pak û zelal bide mûzîka Kurdî ji kesên biyanî re.

Naveroka stranên Ciwan Haco hevbeş in ji civakî,niştiman perwerî û evîn,hezkirin,hêvî û xweşik tên duristkirin.

Ciwan Haco guhertineke balkêş di mûzîka Kurdî de kir, ku bû rêbazek bi şêweya xwe ku bi dehan huneremnd û dengbêj dan ser riya wî û şêweya wî bi karanîn di berhemên xwe de.

Di albûmên wî de bi giştî şêwazên mûzîka Rojhilatî tên diyarkirin mîna rock, jazz, etno jaz,elektro jazz, folk rock,folk pop, pop, blues ku bi zanistî bi mûzîka gelîrî ya Kurdî re dihûne û saz dike.

Albûmên Ciwan Haco ev in:

Emîna Emîna (1970)

Pêşmerge (1979)

Diyarbekir (1981)

Gula Sor (1983)

Leyla (1985)

Girtiyên Azadiyê (1987)

Çaw Bella (1989)

Sî û Sê Gule (1991)

Dûrî (1994)

Bilûra Min (1997)

Destana Egîdekî (1998)

Derya (2003)

Konsera Batmanê (2003) (VCD û DVD)

Na Na (2004)

Off (2006)

Veger (2012)

Ji bo zaneyariyên bêtir li ser hunermend Ciwan Haco vir veke: Ciwan-Haco

please wait

No media source currently available

0:00 0:30:43 0:00

XS
SM
MD
LG