Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Şer yên Tirkiyê Bingehên PKK'ê li Qendîlê Dikin Armanc


Desthilatdarên Tirk dibêjin, firokên wan yên leşkerî bingehên mîlîtanên Kurd li Kurdistana Îraqê kirine armanc.

Êrîşên esmanî yên Tirkiyê şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bombebaran dikin.

Ev cara yekê ye ji dema ragihandina gotûbêjên aştiyê sala 2013 ku artêşa Tirkiyê êrîşî şervanên Kurd dike.

Berdevkekî PKK'ê bi navê Zagros Hîwa ji ajansa Associated Press re got, ev êrîşên esmanî dawiyê li prosesa aştiyê di navbera hikûmeta Tirkiyê û Kurdan de tînin.

Wî got, pêla yekê ji êrîşên esmanî derengî şeva Şemiyê destpê kir, lê ti qurbanî di encamê de neketin.

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu piştî çend demjimêran ragihand ku wî fermana “pêla duwem” ji êrîşan daye. Davutoglu got, PKK soza vekêşan û bêçekkirinê pêk ne aniye.

Hikûmeta Tirkiyê wexteke zûtir gotibû ku ewê êrîşên destpêkê 7 deveran bikin armanc, di nav de jî Çiyayê Qendîlê, bingeha sereke ya şervanên PKK’ê.

Zagros Hîwa got, firokên şer yên Tirkiyê gundên Qendîlê bombebaran kirin, lê bingeha PKK’ê ti ziyan nedîtiye.

XS
SM
MD
LG