Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Serdana Welatê Bavê Xwe Dike


Serokê Amerîkayê Barack Obama serdana welatê Kenya yê Afrîqayê dike. Ev yekem car e ji wexta ku Obama bûyer serok, ew serdana welatê ku bavê wî lê ji dayik bûye dike.

Li dema beşdariya hilcivîneke weberhênanê li Nairobi ya paytext, birêz Obama îro Şemiyê ragihand ku Amerîka dê yek milyar dolar bi weberhênan têxe nav aboriya Kenyayê.

Birêz Obama got, ev serdan ji bo wî xwedî cihekî taybet e, jiber ku bavê wî li Kenyayê ji dayik bûye û hîn gelek mirov û xizmên wî li wir dijîn.

Di dirêjahiya axaftina xwe de, Serok Obama got, nîvê van pereyan diçe jibo alîkariya kardarên jin û genc.

Piştî hilcivîna ku dora 100 kardar û weberhêner lê beşdar bibûn, serokê Amerîkî konferanseke rojnamevanî ligel Serokê Kenyayê Uhuru Kenyatta pêk anî. Di konferansê de, gelek babetên girêdayî peywendiyên herdu welatan hatin gotûbêj kirin.

Serok Obama du rojan li Kenyayê diborîne, paşê ber bi Etyopyayê ve diçe da ku ligel rêberên Yekîtiya Afrîqayê kom bibe.

XS
SM
MD
LG