Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beşar Esed: Artêşa Sûriyê Qet Têk Naçe


Di gotarekê de ku bi riya televizyona dewletê hate weşandin, Serokê Sûriyê Beşdar Esed mukir hat ku artêşa wî hinek herêm li seranserî welêt ji dest dane şervanên opozisyonê.

Di dirêjahiya gotara xwe de, Esed got ku “divê em wan herêman destnîşan bikin ewên ku hîn di dest hêzên artêşê de ne. Ev herêm dê nehêlin ku deverên din têkevin dest wan.” Esed herwiha got, “em nayên roxandin. Têkçûn di ferhenga artêşa Ereb ya Sûrî de tune ye.”

Lê Esed mukir hat ku jimara kuştiyan li nav refên artêşa wî zêde bûye û asta veqetandina leşkeran zêde bûye. Li gotara ku Yekşemê sibehê li Şama paytext hate pêşkêşkirin, Esed got ku nebûna çavkaniyên mirovî di nav artêşa Sûrî de heye.

Hêzên hikûmeta Sûrî ji gelek deverên parêzgeha bakur rojavayê Sûriyê, Îdlib û gelek deverên başûrê welêt vekişiyane. Rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) jî bajarê Tedmur yê dîrokî kontrol dike.

Serokê rejîma Sûrî got, “artêş nikare li her deverê be. Em ber xwe didin. Hêzên me yên çekdar dikarin berevaniya welatê me bikin.”

XS
SM
MD
LG