Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Êrîşên Dijî PKK'ê Berdewam Dike


Firokên F-16 yên Tirkiyê
Firokên F-16 yên Tirkiyê

Tevî bangên navnetewî jibo rawestandina wan, Tirkiyê êrîşên xwe yên esmanî dijî armancên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Çiyayê Qendîlê berdewam dike.

Ajansa Anadolu ya ser bi dewletê ve got, 28 firokên şer yên F-16, 65 armancên PKK’ê li Qendîlê roja Îniyê bombebaran kirin. Rojekê berê wê jî, 80 firokên şer yên Tirkiyê bêtirî 100 armancên PKK’ê bombe kirin.

Ajansa Anadolu îdîa dike ku ji dema destpêbûna êrîşan ve, 260 şervanên Kurd hatine kuştin û 400 birîndar bûne. Lê PKK jimara qurbaniyan eşkere nekiriye.

Li aliyekî din, hevalbendên Tirkiyê bang li Enqere dikin ku pêvajoya aştiyê ligel Kurdan jinûve destpê bike.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier ji rojnameya Bild re got, “divê hikûmeta Tirkiyê pirên ku bi Kurdan re di çend salên dawî de avakiribû, neyîne xwarê.”

XS
SM
MD
LG