Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demirtaş, li ser pêşhatên dawî û şerê diqewime li Stenbolê bi hin nivîskar, rojnamevan û bernameçêkerên medya îslamî re civîya.
Di civîna ku roja îniyê pêk hat de, li ser rewşa dawî ku şer û tundûtujî zêde bûye gotûbêj hatin kirin.
Hevserokê HDP’ê Demirtaş, beriya civînê bang li Serokomar Recep Tayyîp erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu kir ku jibo pêkanîna aştiyê şer û operasyonan bidin rawestandin.
“Hûn zarokên kî jibo deshilatdariya xwe dişînin mirinê? Gelo kîjan ji we zarokên xwe feda dike? Emê şer bi we nedin kirin. Divê hikûmet hişê xwe bide serê xwe. Ev welat aştiyê dixwaze.”
Demirtaş piştî civînê jibo pêşniyar û rexneyên beşdaran spasî li wan kir û da zanîn, ew ê dijî polîtîkayên şer guh bidin nêrînên kesên xwedî wijdan.
Rojnamevan Mesut Kizmaz piştî civînê ji Dengê Amerîka re babetên li vê civînê hatine gotûbêjkirin nirxandin.
“Helwesta HDP’ê û birêz Demirtaş ku xwestin li ser pêvajoya dawî li fikr û ramanên nivîskar û rojnamevanan guhdarî bikin pir baş e. Ew dixwazin polîtîkaya xwe li ser şêwr û pêşniyarên nêrînên cuda ava bikin.”