Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye Nahêle Termên 13 Şervanên YPG Derbasî Tirkiyê Bibin


Termên 13 şervanên YPG ku li Rojavayê Kurdistanê di şerê li hember DAIŞ de jiyana xwe jidest dan, 7 roj in li sînorê Başûrê Kurdistanê hatine rawestandin.

Wîlayeta Şirnexê rê nade ku cenaze derbasî Tirkiyê bikin. Malbatên şervanan li ber deriyê gumrika Îbrahîm Xelîl ya li Herêma Kurdistanê li bende ne ku cenazeyên zarokên wan radestî wan bikin.

Cenze di qaseyên tirên bi klima de ne. Lê parastina terman di germa havînê ku digihêje 50 pileyan de her diçe zehmetir dibe.

Serokê Komela Meyadera Cizîrê Mele Qasim da zanîn, 12 şervan welatiyên Tirkiyê ne yek jî Alman e. Wî got, ev yek bêhiqûqiyeke mezin e. Her rojê polîs êrîşî malbatan dike ku malbat dixwazin termên zarokên xwe bistînin.

Diya şervanekî Fadime Coşkun got “Ew ji xwedê natirsin ku meytên zarokên me li ber germa havînê dihêlin.”

Hevjînê wê Abdulqdir Coşkun jî dibêje, em mecbûr in zarokên xwe bibin ser axa bav û kalên xwe.

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî got, di asta wezaretan de bi rayedarên dewletê re hevdîtin kirine, lê derbaskirina meytên şervanan bi biryara Komîteya Wezîran hatiye qedexe kirin.

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:37 0:00

XS
SM
MD
LG