Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Racî Bîlîcî: Derbasnekirina Termên Şervanên YPG li Nav Tirkiyê Biryareke Siyasî ye


Racî Bîlîcî
Racî Bîlîcî

Termên 13 şervanên YPG ku li Rojavayê Kurdistanê di şerê li hember DAIŞ de jiyana xwe jidest dan, 7 roj in li sînorê Başûrê Kurdistanê hatine rawistandin.

Wîlayeta Şirnexê rê nade ku ev term derbasî Tirkiyê bikin û ew êdî li ser sînor mane, tevî ku pileya germî ya bilind ziyanê digihîne wan.

Di vê derbarê de, Racî Bîlîcî serokê komela Rêxistina Mafên Mirov li Diyarbekirê dibêje ku hikûmeta Tirkiyê rê nade ev term derbas bibin, jiber ku biryareke siyasî derheqê wan heye.

Birêz Bîlîcî di hevpeyvîna xwe de ligel Dengê Amerîka got, li gorî qanûna Tirkiyê hemû hemwaltî, sax yan jî mirî, maf heye ku derbasî Tirkiyê bibin.

Bêtir agahî di dirêjahiya vê hevpeyvînê de.

Hevpeyvîn bi Racî Bîlîcî re
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:18 0:00

XS
SM
MD
LG