Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alî Bulaç: Di Nav AKP’ê de Gelek Kes ji Dawîkirina Prosesa Aştiyê Nerazî ne


Jimareke qanûndanerên AKP li nav parlamenê.
Jimareke qanûndanerên AKP li nav parlamenê.

Li demekê ku li Tirkiyê pêvajoya aştiyê hatiye rawestandin û şerekî gur di navbera PKK û dewletê de destpê kiriye, jibo dawîkirina şer hewildan jî berdewam dikin.

Nivîskarê Rojnameya Zamanê Alî Bulaç, li ser jinûve destpêkirina şer li Tirkiyê, hewildan û rêbazên lêvegera prosesa aştiyê ji Dengê Amerîka re peyivî.

“Pêvçûn hiş û aqilê mirovan dibe, dihêle ku mirov hişê xwe pê winda bikin. Em hêvî dikin hemû alî bi hestiyarî tevbigerin.”

Alî Bulaç, wek sedema yekemîn a dawîkirina pêvajoya aştiyê serkeftina hilbijartinê ya HDP’ê û Selahattîn Demirtaş nîşan dide.

Nivîskar Bulaç balê dikişîne ser ku Serokomar Erdogan bixwe jî berî serdana Çînê gotiye, “Ti karekî pêvajoya çareseriyê li me nabe û xisarê dide me. Cîgirê Serokwezîr Yalçin Akdogan jî dibêje, gotinên Selahattîn Demirtaş yên ‘Em te nakin Serok’ hiştiye ku Serokomar Erdogan pir aciz bibe.”

Alî Bulaç di dawîkirina pêvajoya aştiyê de, şaşî û xeletiyên PKK’ê jî wiha rêz dike.

“Helbet mesele ne yek alî ye, li aliyê din xetayên PKK’ê jî hene. Yek jê, bêyî ku pêvajo were temamkirin û peyman were çêkirin, PKK’ê li herêma Kurdan xebatên xweseriyê dane destpêkirin. Dest bi standina bacê kir, dadgehên xwe ava kirin û dest bi kontrola rêyan kir. Vê jî hişt ku karbidestên dewletê bêjin, ‘gelo li herêmê federasyonek tê ava kirin?’ Ev bû hincet di dawîkirina pêvajoyê de. Hinceta din jî beramberê operasyonên dewletê PKK’ê jî tundûtujî da destpê kirin. Êdî civaka Tirkiyê jî difikire ku PKK’ê dîsa dest bi şer kiriye û îhtimala şerê navxweyî heye.”

Bûlaç, li ser hebûna dengên cuda yên di nav AKP’ê de jî wiha dipeyive.

“Ne bawerim tevahiya kesên nav AKP’ê ji vê rewşê razî bin. Ew jî dixwazin pêvajoya çareseriyê berdewam bike. Lê di nav AKP’ê de ligel Serokomar Erdogan beşek heye ku ew dixwazin pêvajo bi dawî were. Ya duyem jî niha pêkhateyên dewleta kûr dîsa bûne xwedî înîsiyatif di nav dewletê de. Yanî ew hêz qet naxwazin mafên demokratîk yên Kurdan werin dayîn.”

Ew jibo lêvegera prosesa aştiyê jî wek aktora sereke HDP’ê destnîşan dike.

Nivîskar Bulaç, li ser çawaniya çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê jî nêrîna xwe wiha tîne ziman.

“Pirsa Kurd pirseke hiqûqî ya Tirkiyê ye. Loma jî ligel demokratîkbûn û pêşxistina hiqûqa Tirkiyê wê rêya çareseriyê jî bê vekirin. Jiber vê jî girîng e ku siyasetvanên kurd, vê pirsê di nav pirsên giştî yên Tirkiyê de bi cih bikin. Ev jî girêdayî dawîkirina şer û pevçûnan e.”

Hevpeyvîn bi Alî Baluç re
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:38 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG