Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Darizandina Rojnamevanê Amerîkî li Îranê Rezaian Ber bi Dawî ve Diçe


Jason Rezaian
Jason Rezaian

Parêzera nûçegihanê Washington Post Jason Rezaian yê ku li Îranê girtî ye dibêje, ewê rojnamevanê Amerîkî roja Duşemê careke din were dadgehê. Ew dide zanîn, dibe ku ev beşê dawî be ji darizandina wî di doza sîxoriya li ser Îranê de.

Parêzer Leyla Ahsan ji ajansa Fransî ya Nûçeyan (AFP) re got, “hikûmetê ji min re gotiye ev dê rûniştina guhdariya ya dawî be, lê ez ne sedî sed piştrast im, jiber ku hergav tiştên neçaverêkirî hene.”

Rezaian ya 39 salî welatiyê Amerîka û Îran di heman demê de ye. Heta ku hate girtin, wî wekî nûçegihanê Washington Post li Tehranê kar dikir. Ev bûye bêtirî salekê ku Rezaian di zindaneke Îranî de ye.

Darizandina wî ya ku Gulanê destpê kir dibêje, “Rezaian karê sîxortiyê ji hikûmeteke dijmin re kiriye û agahiyên nepen derbarê Komara Îslamî dane hev.”

Serokê Amerîkî Barack Obama û karbidestên din yên Amerîkî bang li Îranê kirine ku Rezaian azad bike, lê Tehran pênasînê bi nasnameya wî ya Amerîka nake û dibêje, tenê sîstema dadwerî dikare çarenivîsa wî destnîşan bike.

XS
SM
MD
LG