Li bajarokê Silopî yê ku li ser sînorê Herêma Kurdistanê ye, ev çend roj in di nav polîsên Tirk û Kurdan de bûyerên dijwar diqewimin.
Di van bûyeran de 3 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî hatin birîndar kirin.
Dengê Amerîkayê ligel Şaredarê bajarokê Silopiyê birêz Seyfettîn Aydemîr hevpeyvînek derbarê van bûyeran pêk anî. Di hevpeyvîna xwe de, birêz Aydemîr anî ziman ku êrîşên polîsên Tirkan yên li ser gelê Silopî hîn berdewam in.
Birêz Aydemîr herwiha di derbarê pêvajoya aştiyê de jî dibêje, daxwaziya me ew e ku xwîn bisekine û pêvajoya aşitiyê dîsa destpê bike.
Hûn dikarin bi riya linka jêrîn guh bidin hevpeyvînê.