Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Hilbijartina Pêşwext Tê Nîqaş Kirin


Serokwezîrê hikûmeta demkî Ahmet Davutoglu û Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu
Serokwezîrê hikûmeta demkî Ahmet Davutoglu û Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu

Li Tirkiyê hevdîtinên jibo avakirina hikûmeta koalîsyonê yên di navbera Partiya Dad û Pêşvebirînê (AKP) û Partiya Gel ya Komarî (CHP) de, negihîştin encamê.

Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê 4 partiyên sereke li Tirkiyê mafê cîgirtina parlemanê bi dest xistibûn ku cara pêşî Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî bi 80 parlementaran kete parlemanê.

Serkeftina HDP’ê hişt ku partiya deshilatdar AKP nikaribe bi serê xwe hikûmetekê ava bike û ew jî wek sedema aloziya deshilatiyê û dawîbûna prosesa aştiyê tê nirxandin.

Serokê Giştî yê AKP’ê û serokwezîrê hikûmeta demkî Ahmet Davutoglu, piştî wergirtina erka avakirina hikûmetê û hevdîtinên şandeyên AKP û CHP’ê, hevdîtina dawî roja Pêncşemê bi rêberê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu re pêk anî.

Di encama wê hevdîtinê de hate ragihandin, ti lihevkirinek li ser avakirina hikûmetê çênebûye.

Davutoglu 13’ê meha 8’an eşkere kir, zemîna lihevkirinê di navbera herdu partiyan de çênebûye û îhtimala herî zêde anku tekane bijarte hilbijartina pêşwext e.

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu dibêje, şandeyên AKP’ê pêşniyara hikûmeta hevalbendî li wan nekirine, tenê daxwaza hikûmeta hilbijartinê kirine ku bi vî awayî jî derfeteke dîrokî ji dest çûye.

Serokê CHP’ê dixwazê Ahmet Davutoglu berî 23’yê Tebaxê anku dawîbûna 45 rojên qanûnî erka avakirina hikûmetê radestî serokomar bike ku ev tê maneya destdanîna ser erkê.

Piştî lihevnekirina bi CHP’ê re niha tê pêşbînîkirin ku Serokwezîr Davutoglu bi rêberê MHP’ê re bicive, lê hêvî tuneye ku MHP di hikûmeteke hevalbendî de cî bigire.

Hêjayî gotinê ye, navê HDP ya ku bi 80 parlemanterên xwe dikare bibe hevalbendê hikûmetê ji aliyê her sê partiyên din ve nayê bilêvkirin ku di hisabên avakirina hikûmetê de jî cî nagire.

ST_8_14_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:44 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG