Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

40 Koçber li Nêzîk Beravên Lîbyayê Binav Dibin


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.

Hêzên Deryayî yên Îtalyayê dibêjin, bi kêmî 40 koçber li nav Deryaya Spî binav bûne û jimareke ne eşkere jî hatine rizgarkirin.

Daxuyaniyeke Hêzên Deryayî li ser Twitter got, operasyona rizgarkirinê her berdewam dike. Sedema binavbûna qeyika ku koçber tê de bûn hîn nediyar e.

Di encama şerê çekdar û hejariyê li Bakurê Afrîqa û Rojhilata Navîn de, jimarên mezin ji koçberan berê xwe didin Ewrupayê.

Rêxistina Navnetewî ya Koçberiyê dibêje, îsal bêtirî 192 hezar koçber bi riya deryayê gihiştine Ewrupayê. Bêtirî 2000 koçber jî di nav Deryaya Spî de mirine.

XS
SM
MD
LG