Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

3 Leşkerên Tirk li Nêzîk Bîngolê Hatin Kuştin


Ajansa nûçeyan li ser bi hikûmetê ve li Tirkiyê dibêje, serhildayên Kurd bombeyek li rex rê bi trimbêleke leşkerî ve teqandine û di encamê de 3 leşker hatine kuştin.

Ajansa Anadolu got, 6 leşkerên din jî di êrîşa di navbera Bîngol û Erzurumê de birîndar bûn. Ajansê ragihand bombe ji aliyê şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de li ser rê hatibû çandin.

Ev êrîş ya herî dawî ye ku di şerê navbera hikûmeta Tirkiyê û PKK ve derketiye holê. Ji Tîrmehê û vir ve bi dehan xelk û leşker di encama vê şerê nû de hatine kuştin.

Derengî Tîrmehê, firokên şer yên Tirkiyê dest bi bombebarankirina bingehên PKK'ê li Çiyayê Qendîlê kirine.

XS
SM
MD
LG