Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildêrên Sûrî Dibêjin Agirbesta Li Gel Hizbullah Hate Birrîn


Bo cara duyem di vê mehê de, agirbesta di navbera hevalbendiyeke serhildêrên Sûrî û şervanên Hizbullah de-ku Îran navinciyatiya axaftinan di navbera wan de dike- li bajarokekî sînorî û 2 gundên bakur yên Şîiî, îroj şemiyê hate birrîn .

Artêşa Îslamî, ango gurûpa Ceyşil Fetih, li ser medya civakî vîdyoyeka topebaranê belav kir, û got şervanên wê careke din baregehên Hizbullah ji xwe re kirin armanc li nêzîkî Foua, ku gundekî Şîiî ye li parêzgeha Idlib ya di bin kontrola serhêldêran de.

Tilfizyona El-Menar a Hizbullah, wê jî ji aliyê xwe ve birrîna agirbestê û berdewambûna topebarana li Foua û Keferya ragihandin.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov a bingeh li London û hevrêziyên Sûrî, ku wan gelek çalakvan li ser erdê hene, gotin şer her wiha berdewam bû li bajarê Zebedanî, nêzîkî sînorê Libnan. Çavdêriyê got balafirên şer yên hikûmetê bi bermîlan navçe bombebaran kirin.

XS
SM
MD
LG