Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balafirên Tirkiyê Bi Êrîşên Esmanî Tevlî Şerê Dijî Daiş Dibin.


Balafirên şer yên Tirkiyê bo yekem car êrîşên esmanî birin ser Daiş li Sûriyê wek parek ji koalisyona bi serkirdayetiya Amerîka li dijî gurûpa terorîst. Wezareta derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand.

Balafiran derengî roja înê dest bi êrîşa armancên Daiş kirin ku diyar bû ew gefê didin ser Tirkiyê.

Hêjayî gotinê ye, Piştî mehan ji ragirtinê, Tirkiyê meha berê erê kir ku roleke bêhtir di şerê dijî Daiş de bilîze.

Balafirên Tirkiyê bombeyên jîr di êrîşê de bikar anîn , bêyî ku têkevin esmanê Sûriyê.

Daxuyaniya wezareta derve agahiyên berferehtir li dor armancan nedan .

XS
SM
MD
LG