Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Tirkiyê Rewşa Awarte li Cizîrê Radigihîne


Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ev bûye sê roj ku derketina kolanan ji aliyê wîlayeta Şirnexê ve hatiye qedexe kirin.

Wîlayetê di ragihandina qedexkirinê de daxuya kirin, ev biryar jibo girtina endamên rêxistinên terorê hatiye dayîn û jibo ku ziyan negihêje mal û û canê gel, ev qedexe hatiye destpêkirin.

Ji bilî qedexeya çûn û hatinê, bi hemû awayan peywendiyên telefonê jî li Cizîrê hatine birîn.

Ev sê roj in ku parlamenterên HDPê yên herêmê li ser rêya Cizîrê ne, lê polîs rê nade wan ku derbasê nav bajêr bibin.

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ji Dengê Amerîka re da zanîn, du welatî li Cizîrê hatine kuştin.

Birêz Sariyildiz herwiha diyar kir ku rewşeke awarte li Cizîrê heye û hêzên ewlehiyê tundiyeke terorî li ser navçeyê didin meşandin.

Rewşa Awarte li Cizîrê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:55 0:00

XS
SM
MD
LG