Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wêneya Alan Kurdî di Kongresa Amerîka de


Wêneya Alan Kurdî di Kongresa Amerîka de
Wêneya Alan Kurdî di Kongresa Amerîka de

Îro derheqî kirîza penaberan di Kongirê Amerîka de, Senatorê naskirî John McCain ji partiya Komarî – Eyaleta Arîzona aixftinek kir.

Di axfitina xwe de McCain balkişande ser rewşa penaberan, wî Hukumet û Îdara Amerîka rexne kir û da zanîn ku, vê Îdarê haya wê ji bûyeran nîne, di beşekî axiftina xwe de, John McCain got:

"Bi hezaran Jin, Mêr û Zarok ji welatên rojhilatanavîn û bakurê afrîqa ji ber zurdestî û dijwariyan reviyane" McCain hatina pêlên penaberan weke Erdhej û Tornadoyan binavkir."

McCain dîsan da zanîn ku, Îdara nuha ya Amerîka hay ji bûyeran nîne u ew weke Îdareke paşhajo û xemsar binavkir.

McCain bi tilîya xwe îşaret da Wênyê Alan Kurdî yê ku, weke Symbola rewşa Penaberan li Cîhanê tê naskirin, ev wêne di nîva salona Kongirê Amerîka de hatbû bilindkirin.

Li Videoyê temaşe bikin

John McCain û Wûneyê Alan Kurdî
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:41 0:00

.

XS
SM
MD
LG