Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Hindistanê li Dû Bergumanê Teqînekê Digerin


Polîsên Hindistanê dibêjin, ew li bergumanekî digerin ku bi awayekî ne yasayî materyalên teqînok veşartibû.

Ew material hatin teqandin û bi kêmî 88 kes bi xwe re kuştin û 100 din jî birîndar kirin.

Polîsan îro Yekşemê gotin ku ew li bergumanê bi navê Rajendra Kaswa digerin. Desthilatdar dibêjin, ew nuha reviyayî ye.

Ew herwiha dibêjin ku navborî hinek materyalên teqînok li rex xwaringehekê li wîlayeta Madhya Pradesh ya naverasta Hindistanê hilanîbû.

Di destpêkê de, polîsan bawer dikir ku sedema wê teqînê jiber qutiyên gaza çêkirina xwarinê li nav xwaringehê bû. Lê belê, paşê hate eşkerekirin ku sedema teqînê jiber materyalên ku Kaswa li tenişt xwaringehê veşartibû.

XS
SM
MD
LG