Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê jibo Mafên Penaberan Xwepêşandan Hate Lidarxistin


Li Stenbolê jibo balkişandina ser rewşa penaberên Sûriyê û kiryarên nijadperestî li Tirkiyê, bi beşdariya bizavkarên penaberên Sûriyê û endamên dezgeha dijî nijadperestî û cudaxwaziyê DurDe xwepêşandanek hate lidarxistin.

Bizavkarên ku hevdem li 40 welatên Cîhanê jibo mafên penaberan li kolanan bûn, roja Şemiyê li Stenbolê xwestin mazûvaniyeke baş li penaberan were kirin û mafên wan ên hiqûqî û jiyanê werin baş kirin.

Bizavakar Hasret Saygi li dema xwepêşandanê ji Dengê Amerîka re bal kişand ser mafê penaberiyê ku xwest li seranserê dinyayê sînor jibo wan rabin.

“Ev çalakî li Ewrûpayê bi dirûşma ‘Hûn bi xêr hatin’ pêk tên. Peyama ku em jî li vir didin ew e ku nijadperestî û cudaxwaziya jibo penaberên Sûriyê dawî were. Pêwîst e li Tirkiyê jî mafên wekhev yên xebatê, jiyanê û hemwelatiyê ji wan re werin dayîn.”

Bizavakarekî penaberê Sûriyê Nivîskar Yaser Hac Saleh jî baldarî û hestiyarbûna piştî mirina Alan Kurdî li peravên Egeyê bi bîr xist û fikarên xwe anîn ziman.

“Kêfxweş dibim ku babeta penaberên Sûriyê ketiye rojeva cîhanê. Piştî bûyera Alan Kurdî û hin bûyerên din rewşa penaberan li bîragiştî deng veda, lê bingeha pirsê ya siyasî nayê kolan ku ev jî dibe sedema xem û fikaran. Me di vê xwepêşandanê de xwest bêjin, ev ne tenê meseleyeke însanî ye herwiha pirseke polîtîk e ku divê ligel azadiya gelê Sûriyê were çareser kirin.”

Li dema xwepêşandanê, êrîşên grubên nijadperestî yên van rojên dawî li ser Kurdan pêk tên jî pakih protesto kirin.

Xwepêşandan li Stenbolê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:07 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG