Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Inayat Attar: Efrîn ji Nav Berhemên Min Derneketiye Her Dûr Diçe Şêrîntir Dibe


Hunermendê Şêwekar Inayat Attar, yek ji hunermendên pêşîne ku mijûlî hunerê dibû di nav Kurdên Rojavayê Kurdistanê de di salên 1960 ê û vir de.

Inayat Attardi di sala 1948 an de li gundê Birîmce- Efrîn ji dayik bû. li Helebê xwe hînî beşê hunerê kir û hino hino pêwendî û hevaltî bi hunermendên bajêr re danî û derabsî nav çalakiyan bû.

Di sala 1981 pêşangeha xwe ya yekem li bajarê Reqqa vekir, di dema ku li wir mamoste bû.

Di sala 1993 an de, berê xwe da Ferensa û li wir bi cî bû ta roja îro.

Inayat ne bi tenê Şêwekar e, lê belê lîstkvanekî baş e li ser amêra Ûdê, û helbestvanekî çalak e.

Tabloyên Inayat bi piranî, bi şêweya Derbirînîya nûjen tên nasîn, ku mijarên xwe yên Kurdî bi awayekî zîrek tîne ziman, bi taybetî jin ku naverok û bengeha berhemên wî ne.

Inayat dibêje pêşveçûna hunermend û navdariya wî ne bi guhertina nav yan ziman yan jî paşmayên xwe ye, lê belê bi nûjenkirina wane û pênasîna wan bi kesên biyan re ye.

Ji bo zaneyariyên bêtir li ser Hunermend Inayat Attar , dikarin serdana malpera wî bikin li vir

please wait

No media source currently available

0:00 0:21:07 0:00

Hunermendê Şêwekar Înayet Attar
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:33 0:00

XS
SM
MD
LG