Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmet Turk: Rêvebiriya Xweser Mafekî Demokratîk e


Civîna ku bi banga “Rêveberiyên Xwecihî Rêveberiya xweser Nîqaş Dikin” dewam kir, bi daxwaza ku îhtîraza ji bo Şerta Xweseriya Rêveberiyên Xwecihî ya yekîtiya Ewropayê bête rakirin bidawî bû.

Li ser navê şaredarên DBP'ê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk axivî. Wî bal kişand ku Kurd bi sedên salan li ser erdê xwe bi awayekî xweser jiyan e û got, ev daxwaza dîrokî û rewa ne li dijî qanûnan e.

“Rêvebiriya xweser nayê wateya ku dewlet tê red kirin, ev mafekî demokratik e.”

Birêz Turk got divê qanûna bingehîn ya nû ya demokratik were çêkirin. Herwiha divê dewlet hurmetê nîşanî daxwaza gel bide û dest ji zordestiya li ser gel hilîne. Wî got, divê dewlet li gorî mafên navdewetî tevbigere.

Civîna DBP
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:36 0:00

XS
SM
MD
LG