Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Serhildayên ku Amerîka Wan Perwerde Kiriye Derbasî Sûriyê Bûne


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.

Rêxistineke çavdêriyê dibêje, jimareke serhildayên Sûrî ku ji aliyê Amerîka û hevparên wê ve hatine rahênankirin, derbasî bakurê Sûriyê bûne.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov îro Yekşemê ragihand ku 75 şervanên opozisyonê ku li Tirkiyê hatibûn rahênankirin, roja Şemiyê bi riya sînor derbasî Sûriyê bûn.

Karbidestên koalisyona navnetewî hîn li ser vê pêşketinê axaftin nedane.

Hemdem, Ajansa Fransî ya nûçeyan radigihîne ku hêzên serhilda û yên hikûmetê lihev kirine ku agirbestekê pêk bînin da ku şer yekser raweste.

Ti gotin derbarê dema vê agirbestê tune ye, lê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ji Ajansa Fransî re got ku herdu aliyên rikaber gotûbêjên xwe jibo gihiştina agirbesteke dirêjtir berdewam bikin.

Do Şemiyê, Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry got, divê Serokê Sûrî Beşar Esed ji desthilatê dakeve, lê ew wexta ku here divê biryarek bi riya danûstandinê li ser were standin.

XS
SM
MD
LG