Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Philadelphia Pope Frances Bal Dikşîne Ser Malbatê


Pope Francis îro şemiyê li wîlayeta Philadelphia bal kişand e ser Malbatê, ku ew girîngtirîn babet e li nik Vatîkan di çarçoweya serdana Pope a dîrokî de ji bo Amerîka.

Piştî axaftinên xwe li Washington û New York li gel bihêztirîn serkirdeyên cîhanê, li dor perîşanan û guhertina hewayê, Pope tevlî kombûna li dor malbatê dibe ku bi çavdêriyeke hevbeş dibe di navbera Vatîkan û Ebreşiya Philadelphia.

Ev kombûna navnetewî, ku yeke ji zincîre kombûnan ku berî behtirî 20 salan destpêkirî, armanc jê ewe xurtkirina pêwendiyên malbatî li seranserî cîhanê, li gor ku malpera wê şîrove dike.

Tê zanîn ku ev yekem care, konferansa kenîseya Roman a Catholic li dor malbatê tê li darxistin li Amerîka. Ew tê di demekê de ku guhertinên civakî dibin, wek perjirandina berfeh a zewaca heman regezê li Amerîka û gelek welatên din.

XS
SM
MD
LG