Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Êrîşekê li Afganistanê Pêk Tîne


Hêzên ewlekariya Afganistanê (wêne ji arşîvê ye).
Hêzên ewlekariya Afganistanê (wêne ji arşîvê ye).

Desthilatdarên rojhilatê Afganistanê dibêjin, bi sedan mîlîtanên Dewleta Îslamî (DAIŞ) îro Yekşemê zû êrîşek birin ser bingehên hêzên ewlekariyê li herêmeke sînorî.

Ev êrîş tê, çend mehan piştî raportan digot ku rêxistina tundra bingeha xwe li Afganistanê bihêz dike. Eger hate piştrastkirin, ewê ev êrîş bibe ya yekem ji aliyê DAIŞ ve li dijî hêzên ewlekariya Afganistanê.

Şer li herêma Achin ya çiyayî li parêzgeha Nangarhar ya ser sînorê Pakistanê çê dibe. Fermandarê herêmî Hecî Xalib Mucahid ji Dengê Amerîka re got, 35 çekdarên DAIŞ û du endamên hêzên ewlekariyê di şer de hatine kuştin.

Ev jimara bi awayekî serbixwe nehatine piştrast kirin.

Di van mehên dawî de, DAIŞ gelek çalakiyên tundrê li parêzgeha Nangarhar pêk aniye û ligel çekdarên rêxistina Talîban jî ketiye nav şer.

XS
SM
MD
LG