Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dijî DAIŞ Êrîşên Esmanî li Sûriyê Pêk Tîne


Adra, Syria
Adra, Syria

Amerîka dibêje Rûsya yekem êrîşa esmanî li dij bingehên DAIŞ li Sûrîyê encam dan, piştî ku serokê wî welatî Vladimir Putin razîbûna parlemana welatê xwe wergirt.

Karbidestekî Amerîka îroj Çarşemê da xuya kirin ku hikûmeta Rûsya berî êrîşê pêzanîn dane wan û eşkere kirin ku êrîş dê li dij bingehên DAIŞ li nêzîkî bajarê Humsê pêk bên.

Berpirsekî din yê Amerêkî da xuya kirin ku êrîşa esmanî dê karîgeriya xwe li ser hevpeymaniya navnetewî ya li dijî DAIŞê nebe.

Ji aliyê xwe ve wezareta berevaniya Rûsya ragihand ku wan dest bi êrîşên esmanî li dij armancên DAIŞ li Sûriyî encam dane.

Çavkaniyeke dewleta Sûrî jî dide xuya kirin ku balafirên wan li gel balafirên Rûsî çend bingehên DAIŞ li her sê parêzgehên Hums, Hema û Lazqiyê pêk anîne.

XS
SM
MD
LG