Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsa Hesen: Huner Baştirîn Nasname ye Bo Gelê Kurd Di Welatên Biyanî De


Hunermendê Kurd Îsa Hesen mêvanê vê xeleka nû bû ji bernama Deng û Reng, ku hinek ji jiyana xwe bi me re par ve kir, û li ser mûzîk, welat û xewn û hêviyên xwe axivî.

Îsa Hesen di sala 1970'an de li Beyrûtê- Libnanê ji dayik bû.

Li wir biçûkaniya xwe qedand di nav maleke kurdperwer de jiya û di sala 1982'an de di Rêxistina Kurd ên Beyrûtê de di nav koma wê ya folklorî cih girt.

Hesen di sala 1984'an berê xwe da Fransa û li wir jiyana xwe biserî kir û xwe da nasîn mîna hunermendekî kurd.

li wir bû endamê koma folklor ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê , û bi wan re çû çend welatên din û çalakî li darxistin mîna Îtalya û li Holenda .

Di sala 1988'an de bû endamê Koma Zozan, ku bandoreke baş li ser karê wî kir.

Îsa di warê muzîkê de ji kesên taybete ku bi awayekî nû mûzîka kurdî ya folklorî da xwendin bi têklbûna wê bi muzîka flamenko û jazz ya rojavayî .

Hîna Îsa li Parîsê dijî û kar û xebatên xwe li ser mûzîkê dike bi hostayî û dilê hezkirê xwe xweş û geş dike , di bin baweriyên wê ku mûzîk û huner dikarin mirovan nêzîkî hevdû bikin bêtir ji şer û cengê ve.

Berhemên Îsa:

Di sala 1995'an de albûma wî ya yekem bi navê Gulînar derket .

1995 - Gulînar

2000 - Ballade kurde à Seville

2000 - Tooting Broadway

2001 - Art du bouzouk

2005 - La cinquième saison

2008 - Kurdomania

2012 - so bouzouk

please wait

No media source currently available

0:00 0:34:54 0:00

***

Xwendevanên hêja,

Kerem kin serdana malpera hunermend Îsa Hesen bikin

XS
SM
MD
LG