Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qedexeya Çûn û Hatinê li Nisêbîn û Farqînê Didome


Qedexeya derketina kolanan li Nisêbîn û Farqînê di roja 4'an de hîn jî didome. Di nav 4 rojan de li Nisêbînê 2, li Farqînê jî 3 kes hatine kuştin û bi dehan kes birîndar bûne.

Qeymeqamiya Farqînê di daxuyaniyekê de got, 17 endamên PKKê li Farqînê hatine kuştin. Herwiha Wîlayeta Mêrdînê do daxuyaniyek belav kir û got 9 endamên PKKê li Nisêbînê hatine kuştin.

Parlamentera Kurd ya Mêrdînê Gulser Yildirim da zanîn, bi dehan heyet û bi sedan kes niha li ser rêya Nisêbînê gihîştine hev ku bikevin navçeyê. Lê polîs dora wan girtîye û nahêle ew derbas bin.

Şer û pevçûnên giran li taxa Firatê ya Nisêbînê didomin. Ji wê taxê du rûniştvan ji Dengê Amerîka re behsa rewşa xwe kirin.

Operasyon û pevçûnên li Nisêbîn û Farqînê dewam dikin. Wîlayeta Amedê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku jibo operasyonan li navçeya Livê jî li 9 herêman qedexeya çûnûhatinê hatiye îlan kirin.

Qedexeya Çûnûhatinê li Nisêbîn û Farqînê
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:41 0:00

XS
SM
MD
LG