Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Esmanî Li Dijî Daiş Berdewamin Li Îraq û Sûriyê


Koalisyona bi serkirdayetiya Amerîka doh înê Daiş ji xwe re kir armanc bi 5 êrîşên esmanî li Sûriyê , û her wiha 20 cihên wê li Îraqê bumbebaran kirin, li gor daxuyaniyekê ku îroj şemiyê hate belavkirin.

Hêza erka hevbeş, got êrîşên li Sûriyê li yekîneyên tektîkî xistin, li nêzîkî Bajarên Hesekê, Reqqa, munbuj û Mari, û her wiha li hin avahî û erebeyên Daiş xistin li van herêman.

Li nêzîkî Tudmur jî her wiha êrîşekê Daiş ji xwe re kir armanc.

Li Îraqê jî 4 êrîşan li nêzîkî Remadî yekîneyên gurûpê ji xwe re kirin armanc û navçeyeke amadekariyê hilweşandin.

Daxuyaniyê got koalisyonê bi sê êrîşan herêma nêzîkî Sultan Ebdulla ji xwe re kir armanc.

Tê zanîn welatên beşdar di koalisyonê de li Îraqê, ew Amerîka, Australya, Canada, Frensa, Urdun, Holenda, û Birêtanya ne.

Koalisyona Li Sûriyê ew pêk tê ji Amerîka, Australya, Behrên, Canada, Urdun, Erebistana Siudî, Tirkiyê , û Mîrnişînên Yekgirtî yên Ereb.

XS
SM
MD
LG