Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamena Îranê Bernivîsa Qanûna Rêkeftina Navokî Pesend Dike


Parlamena Îranê
Parlamena Îranê

Ajansa fermî ya nûçeyan li Îranê (IRNA) radigihîne ku parlamena welêt bernivîsa qanûnekê pesend kiriye, da ku hikûmet rêkeftina navokî di navbera Îran û hêzên cîhanê de cîbicî bike.

Raporta îro Yekşemê dibêje, li jêr vê qanûnê, ewê hikûmeta Îranê desthilat hebe ku ji cîbicîkirina rêkeftina navokî vekêşe eger aliyê din sizayên ji ser Îranê hilneyîne.

Tê çaverêkirin ku pesendkirina dawî wexteke din vê hefteyê pêk were piştî gotûbêjkirina hûrgiliyên bernivîsê.

Rêkeftina dîrokî dê rê li ber programa navokî ya Îranê bigire. Hember wê yekê jî, ewê sizayên aborî yên navnetewî ji ser hikûmeta Tehranê werin rahiştin.

XS
SM
MD
LG