Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leyla Birlik Behsa Kuştina Tîyê Xwe Dike


Li gorî agahiyên ji taxa Diclê ya Şirnexê di navbera Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) û hêzên ewlehiya Tirkiyeyê de şer û pevçûn derket.

Tîyê Parlamentra Şirnexê Leyla Birlik yê bi navê Hacî Lokman Birlik di encama wan pevçûnan de hate kuştin.

Piştî ku Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş wêneyê bi erdê re kaşkirina Hacî Lokman Birlik li ser hesabê xwe yê Twitterê weşand, Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê vekoler şandibûn Şirnexê û lêpirsîn dabû destpêkirin.

Parlementera HDPê Leyla Birlik li ser vê mijarê nêrînên xwe parve kirin.

Xanim Leyla Birlik ragihand ku polîsên tevlî kaşkirina cenazeyê Lokman Birlik bûbûn, ji karê xwe nehatine dûrxistin, lê ewê ku wêne weşandiye ji karê xwe hate dûrxistin.

Hûn dikarin bi riya lînka jêrîn guh bidin vê hevpeyvînê.

Hevpeyvîn bi Leyla Birlik re
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:03 0:00

XS
SM
MD
LG