Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amûdê Radyoyek taybet bi Jinan Dest bi Weşanê Dike


Jîn FM
Jîn FM

Di hewildaneke nû de jibo piştgiriya jinan, radyoyeke nû bi Jîn FM li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê dest bi weşana xwe kir.

Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, rêvebira Jîn FM Şêrîn Ibrahîm dide xuyakirin ku mebesta wan ji vê însyatîfê bihêzkirina jina Kurd e.

Ibrahîm herwiha dibêje, "em dixwazin nîşan bidin ku jin ne tenê li malê jêhatî ne, lê ew dikarin ji derveyî malê jî xizmeta civaka xwe bikin."

Hêjayî balkişandinê ye ku hemû karmendên Jîn FM jin in û rêvebirên wê dê hewil bidin ku bêtir karmendên jin perwerde bikin da ku ji vî karê ragihandinê re amade bin.

Bêtir agahî di dirêjahiya vê hevpeyvînê de.

Hevpeyvîn bi Dr. Şêrîn Ibrahîm re
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:18 0:00

XS
SM
MD
LG