Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Tirkiyê Komeke Piştgirên DAIŞ li Stenbolê Digire


Dîmenek ji Stenbolê.

Rojnameya Vatan roja Duşemê ragihand ku polîsê Tirkiyê girtin ser çend cihan li bajarê Stenbolê û 53 kes ku girêdana wan bi Dewleta Îslamî (DAIŞ) ve heye girtine.

Li gorî tê ragihandin, 24 zarok di nav kesên girtî de hene.

Tîmên taybet yên dijî terorê hinek nexşe li nav aparmana girtibûn ser peyda kirine. Li heman cihî, zarok dihatin perwerdekirin da ku paşê tevlî DAIŞ bibana.

Li gorî polîs, kesên ku perwerde dikirin û yên ku perwerde werdigirtin ji netewên Uzbek û Tajîk bûn.

Welatên Rojavayî rexneyê li hikûmeta Tirkiyê dikin ku ew karî baş nake da ku mîlîtanên DAIŞ ji Tirkiyê derbasî Sûriyê nebin.

Gelek jî Tirkiyê bi wê yekê tawanbar dikin ku ew şerê dijî DAIŞ wekî behane bikar tînin da ku şerê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bike.

XS
SM
MD
LG