Di 22 Cotmehê de ji her salê, Kurd helbestvanê xwe ê navdar Cegerxwîn bi bîr tîn in, ji ber bandora wî ya xwiya li ser çand, helbest û rewşenbîriya Kurdan di vê serdema nû de.
Dengê Amerîka hevpeyvîneke taybet li ser vê rûdawê kir bi nivîskar û lêkolîbner Xalid Cemîl Mihemed re, da ku roniyê bide hin aliyên jiyan û berhemên Cegerxwîn û kesayetiya wî.
Nivîskar Mihemed di hevpeyvîna xwe de got ku Cegerxwîn ji kaniya helbesta kilasîk ya Kurdî vexwariye û bi awayekî nûjen, wan careke din da xwendin.
Jiyana Cegerxwîn gelekî rengîn û zengîn bû, bi şêraniya xwe û taliya xwe jî, ji karê mellatiyê ta karê siyasî bi guhertina helwest û ramanên wî di derbarî jiyanê de lê her dem ew bi bîr û bawerî ji bo gelê Kurd xebat û ked daye.
Birêz Mihemed dibêje, Cegerxwîn mijûlî gelek beşê nivîsand û berhmdanê bûye lê ew di warê helbestê gelekî bi ser ketiye û ziman û bengeha wê li pêşxistiye.
Kurtejiyana Cegerxwîn (1903-1984)
Di salên 30 de Cegerxwîn dest bi nivîsandina helbestê kir û di kovara Hewarê de helbestên xwe diweşandin. Piştî serkeftina şoreşa Iraqê sala 1958 , Cegerxwîn derbasî Iraqê bû û li zankoya Bexdayê di beşa wêjeyê de xwend.
Di sala 1963, ji naçarî dîsa vegeriya Sûriyê, ta sala 1979 û di wê salê de berê xwe da Siwêdê û li bajarê Stokholmê cîwar bû. Di 22 Cotmehê de, sala 1984ê de, li bajarê Stokholmê koça xwe ya dawî kir.
1- Dîwana yekem: Prîsk û Pêtî, 1945 Şam
2- Dîwana duyem: Sewra Azadî, 1954 Şam
3- Dîwana sêyem: Kîme Ez? 1973 Beyrûd
4- Dîwana çarem: Ronak, Weşanên Roja Nû 1980
5- Dîwana pêncem: Zend-Avista, Weşanên Roja Nû19
6- Dîwana şeşem: Şefeq, Weşanên Roja Nû 1982
7- Dîwana heftem: Hêvî, Weşanên Roja Nû 1983 Stockholm
8- Dîwana hestem: Aştî, Weşanxana Kurdistan 1985 Stockholm
Ziman û Ferheng
1-Destûra Zimanê kurdî, 1961 Bexda
2- Ferheng, perçê yekem,1962 Bexda
3- Ferheng, perçê diwem,1962 Bexda
ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê ferom vî faylê deng veke