Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afghanistanê Hêzên Ewlekariyê Navçeyekê Ji Destê Taliban Rizgar Dikin


Li Afghanistanê hêzên ewlekariyê navçeya Ghormach li parêzgeha Faryab a bakurên rojava, îroj şemiyê kontirol kirin piştî ku ew çend rojan berê ketibû destê Taliban.

Baryalia Basharyar, cîgirê serkirdeyê polîsê parêzgeha Faryab, got hêzên hikûmetê îroj şemiyê ala Afghanistanê li ser baregehên navçeyê hildan piştî sê roja ji êîrîşên esmanî û yên li ser erdê.

Basharyar her wiha dupat kirk u serkirdeyê polîs navşeya Ghormach Abdul Majîd û 12 efserên polîs yên din hatibûn kuştin piştî ku ew hatin girtin di dema ketina navşeyê bin destê Taliban di roja 18 mehê de.

Peyvdarê wezareta berevaniya Afghanistanê Dewlet Wezîrî, got hêzên hikûmetê hîn navenda navşeyê paqij dikirin ji çekdarên Taliban.

XS
SM
MD
LG