Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Stenbolê Êrîş Birin Ser Koza-Ipek


Fethullah Gulen 6, 2013.

Roja Çarşemê serê sibê polîsên Stenbolê avêtin ser saziya ragihandinê ya bi navê Koza-Ipek yaku Hikûmeta Tirk wê weke saziya kesayetîyê Oldar Fethullah Gülen dibîne, yê kû li Amerîka dijî û AKP wî weke kesê herî xeternak û dijberê xwe dibîne.

Polîsan di êrîşê de gaza rûndikrêj li dij karmendên saziyê bikar anî, ev êrîşa çend rojan beriya hilbijartinên giştî li tirkiyê pêk hat.

Serdozgerîya giştî ya Stenbolê plana vê operasyonê erê kirye, biryar daye ku, dewlet dest dane ser hemû alavên saziya Koza-Ipek, serdozgerî û Hikûmeta Engerê ev demek li dij hind saziyan tevdigerin, yên ku wan weke saziyên girêdayî kesyatiyê Oldarê nerimrêFethullah Gülen dibînin yê ku niha li Amerîka dimîne, Hikûmeta Tirkîyê Fethullah Gulen û soaziyên girêdayî wî xistine xana terorê û bi têkdana ewlekariya welat tên tawanbar kirin.

Saziya Koza- Ipek ji hejmarek kenalên mediyayî yên weke Bugun Tv, Turk kenal, rojnama Milliyet û çend ciyên din pêk tê.

Di nav avahiyê Bugun TV û Turk kenalê de êrîşa polîsan û nerazîbûnên rêvebir, karmend û hind parlementarên opozisyon weşana zindî de derketine ser heway.

Li dervey avahî polîsan gaza rûndikrêj li dij karmendan bikar aniye dema fermanber û karmendan li hember vê êrişa polîsan nerazîbûn nîşan didan.

Partiyên Opozisyon nerazîbûn li hember van êrîşan nîşan dan, di êrîşê de gelek kes hatine girtin.

Çavdêr van êrîşên hikûmeta AKP wek weke binpêkirina azadiya rojnamevaniyê dinirxînin.

XS
SM
MD
LG