Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Bo Yekem Car Dê Tevlî Gufûgoyên Li Dor Sûriyê Bibe


Îran dibêje ewê vê hefteyê amade be li guftûgoyên Navnetewî yên li dor pêşeroja Sûriyê. Bo yekem car berpirsên Îranê dibin parek ji kombûneke navnetewî bi armanca dîtina çareseriyekê ji bo şerê Sûriyê.

Medya Îranê ragihand ku wezîrê derve Mihemed Jewad Zerîf dê li gel sê cîgirên xwe li kombûna Vienna amade be, li gor peyvdarê wezareta Derve ya Îranê.

Peyvdarê wezareta derve ya Amerîka John Kirby doh sêşemê got pêşbînbû ku Îran bête vexwendin ji bo axaftinan.

Wezîrê derve John Kerry dê serkirdayetiya Şandê Amerîka bike. Kirby got dê guftûgo li dor çareseriyan bin, ji bo çareseriya siyasî ya dijwar li Sûriyê.

Kombûna sereke dê roja Înê be, lê pêşbîne axaftinên din bibin berî wê, roja pêncşemê.

XS
SM
MD
LG