Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Rojnamevanên Sûrî Yên Dijî DAIŞ li Tirkiyê Hatin Kuştin


Syrian Journalist killed in Turkey

Termên du rojnamevanên Sûrî ku li dijî DAIŞ û rejîma Sûriyê kar dikirin, li bajarekê Tirkiyê hatin dîtin.

Yek ji wan rojnamevanan, Îbrahîm Ebdulqadir, sernivîskarê rojnameya Eyn el Weten bû. Yê din, Fîras Hemadî, nûçegihanê heman rojnameyê bû. Ev rojname di destpêkê de jibo dijatiya rejîma Beşar Esed hate damezrandin, lê paşê wê dijatiya xwe ji DAIŞ re jî nîşan da.

Herdu rojnamevanên Sûrî di yek malê de li bajarê Urfayê dijiyan. Ew di salên xwe yên bîstan de bûn.

Li gorî raportên medyaya Tirk, herdu rojnamevan hatin serjêkirin. Raportekê jî got, “kêrek wekî ya Rambo” di serjêkirinê de hatibû bikaranîn.

Hinek raportên medyayê dibêjin, herdu kes endamên artêşa Sûrî ya Azad bûn. Li vê dema ku vekolîn berdewam dibin, 7 hevalên herdu rojnamevanên kuştî jibo lêpirsînê hatine girtin.

Çalakvan dibêjin, herdu rojnamevan ji bajarê Reqa ne. Reqa jî nuha li jêr kontrola DAIŞ e û wekî paytexta wê tê zanîn.

XS
SM
MD
LG