Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

John Kerry Dest Bi Serdana 5 Welatên Asya Navîn Dike


Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry gihîşte Bişkêk li Kyrgyzstan di çarçoweya geştekê de li pênc welatên Asya navîn, ku dê li gor daxwaza gurûpên mafê mirov behsa mafê mirov û azadiya derbirîne bike li wan welatan.

Kerry îroj şemiyê bo serdana rojekê gihîşt paytexa Kyrgyzstan, ku ew roja yekeme di nav serdana 5 rojan bo 5 welatan, di nav de Uzbekistan, Kazakhstan,Tajikistan û Turkmenistan.

Berpirsên Amerîka serdana Kerry ji bo bihêzkirina pêwendiyên Amerîka dibînin li gel wan welatan, di demekê de ku pêwendî di navbera Amerîka û Rûsya de sar in.

Lê Kerry di bin wê fişarê de ye ku bi awakî aşkere behsa hin kêmasiyên komarên berê yên Soviet bike.

Sênatorê Amerîkî Ben Cardin, ku endamekî rade bilind e di komîta pêwendiyên derve ya Sînato de, doh înê nameyek ji Kerry re şand û daxwaz jê kir ku ew doza berdana girtiyan li her welatekî ji wan welatan bike.

Rêxistina mafê mirov HRW ku bingeh li Amerîka ye, wê jî ji aliyê xwe ve bang li Kerry kir ku xemên xwe li dor rewşa mafên mirov li wan welatan derbibire .

XS
SM
MD
LG