Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balafireke Rûsî Ku 224 Kes Lê Bûn li Misir Dikeve


Balafireke Rûsî ku 224 kes li ser pişta wê bûn îroj şemiyê li herêmeke çiyayî ya nîvgirava Sînai ket û di encamê de hemî sernişîn û tîmê wê jiyana xwe ji dest dan.

Balafira Airbus A-321 ji bin çavdêeriya radaran winda bû piştî 20 kêlîlkan ji firîna wê ji havîngeheke derya sor ku gelek geştiyarên Rûsî li dimînin, li gor wezareta Firîna Sivîl ya Misrî.

Karkerên hawarçûnê yên gihîştî cihê ketina balafirê tenê bermayên wê û termên mirovan dîtin.

Desthiladarên Misrî gotin ew piştrastin ku balafir bi çekan nehatiye daxistin, û ew bi hêvî ne tomarên balafirê tiştê bûyî şîrove bikin.

Hêjayî gotinê ye 17 zarok di nav 217 sernişînên balafirê de bû li gel 7 endamên tîmê balafirê.

Sê kes ji sernişînan ji Okranya bûn û 214 yên dinjî Rûsî bûn.

Serokê Rûsya Vladimir Putin sibe yekşem ragihand wek roja şîna niştimanî li ser qurbaniyan.

XS
SM
MD
LG