Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê CHP Rexenyên Tund Li Kiryarên Tepserkirina Mîdiya Li Tirkiye Kir


Serokê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ya opozisyona Tirkiye, rexneyên tund li hikûmeta Tirkiye kir li ser tepeserkirina wê ji alavên ragîhandinê û bendkirina mafê axevtinê û rojnamegeriyê li Tirkiye.

Hêjaye gotinê ye ku hikûmet Tirkiye di hefteyên bûrî de, Du sernivîserên rojnemeyan girtin û dest danîn ser mezintirîn kampaniya ragîhandinê li Tirkiye.

Herwiha jî, di meh Tebaxa bûrî de, Hikûmetê 3 rojnemevan girtin li herême Kurdan ku, yek ji wan hemwelatiyê Iraqê ye bi nave Mihemed Resûl e û ta nuha hîna jî girtiye.

Ev kiryarên dawî serokê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan da ber rexneyan ji aliyê rêxisrinên navdewletî û partiyên opozisyona tirkî.

XS
SM
MD
LG