Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Afghanistan Serjêkirina Şîiyan Protesto Dike


Serokê Afghanistanê Aşref Ghanî îro duşemê Protesto kir serjêkirina hovane ya 7 endamên pêkhateya Şîiî ku hatibûn revandin li parêzgeheke başûrê rojhilata welêt, cihê ku şer di navbera gurûpên Talîban xwe bi xwe de dibe.

Laşên bê serî yên çar mêr, du jin û zarokekî ku hemî endamên pêkhateya Hazara nin, derengî roja şemiyê hatin dîtin li navçeya Arghandab li parêzgeha Zabul ku li ser sînorê Pakistan e.

Parêgarê Zabul Mihemed Enwer Îşqzay gurûpa Dewleta Îslamî tawan kir bi revandin û kuştina wan.

Wî got qurbanî hatibûn revandin li parêzgeha Ghaznî di şeş mehên borî de.

Nivîsîngeha Ghanî got ew pir xemgîn bû bi kuştina wan û dê roja sêşemê kombûneke ewlekariyê li darxe di vê derbarê de.

Tê zanîn ku Zabul di van rojên dawî de, bûye meydana pevçûnên mirdar di navbera gurûpên Talîban yên dijber de, piştî perçebûna gurûpekê ku bawere piştgiriyê werdigre ji alîgirên Dewleta Îslamî ve ku tê gotin ew li parêzgeha Zabul heye.

XS
SM
MD
LG