Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Parîsê Rêbazên Siyasîyan Guhertin


Dolemerî dibêje, partiyên rikaberên hikûmeta Hollande, piştevaniyê li pêşniyaza mikumkirina ewlehiya welat dikin

Êrîşên teroristî li Parîsê bûne egera ku serok û rêberên partîyên siyasî yên Fransa pêdaçûnê bi ser rêbazên xwe da bikin.

Serok Francois Hollande pêşniyaza mikumkirina ewlehiya welat dike û daxwaza piştevaniya partî û gelê Fransî dike.

Hollande di heman demê de, daxwaza qayimkirina hevkariya welatên cîhanê di şerî komela Dewleta Îslamî DAIŞ de dike.

Alî Dolemerî, Cîgirê nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parîsê got, partiyên rikaberên hikûmeta Hollande piştevaniyê li pêşniyazên wî dikin.

Dolemerî bal dikşîne ku rikaberên Hollande ne guhertina desturê welat, ne jî zedekirina jimara karmendên parastinê dikin jiber ku li Fransa kêşeya aborî heye.

"Nûnertiya hikûmeta herêmê wê tevaya alîyên Kurdî bigehîne hev jibo amadekirina semînar û çalakiyan ji gelê Fransî û siyasetvana re heta ew bizanin em Kurd li dijî wan karên teroristî ne û bi duristî di wî şerî de ne."

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna ligel Alî Dolemerî vî failê deng dagire;

Alî Dolemerî
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:34 0:00

XS
SM
MD
LG