Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Dibêje Wê 2 Rehîneyên Norwecî û Çînî Kuştin


Grimsgaard û Jinghui
Grimsgaard û Jinghui

Mîlîtanên DAIŞê dibêjin ku wan dîlekî Norwecî û yekî Çînî kuştin, piştî ku daxwaza wan ya fîdye nehat qebûl kirin.

Daxuyanî îro Çarşemê di kovara înternetî ya DAIŞê de, bi du wêne hate weşandin ku hate gotin termên Ole-Johan Grimsgaard yê Norwecî û Fan Jinghui yê Çînî ne.

Di daxuyanîyê de hate gotin ku Grimsgaard 48, Jinghui jî 50 salî ye.

Di binê fotoyên terman de hatiye nivîsîn ku “Hatin kuştin, piştî ku ji alîyê dewlet û sazîyên kafir hatin terkandin."

Tê zanîn ku Grimsgaard di meha yekê de li Sûrîyê ji alîyê DAIŞê ve hatibû girtin, lê heta niha jî ne zelal e ku Jinghui li ku û çawa hatibû girtin.

XS
SM
MD
LG