Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sedema Kuştina Tahîr Elçî Hêşta Ne Zelale


Tahir Elci

Sedema kuştina Tahîr Elçî hêşta ne zelale û bikujên wî ne hatine destnîşan kirin.

Bi amadebûna dehan hezar kesan termê serokê Baroya (Encumenê Parêzeran) ya Amedê û berevankarê mafên Kurdan Tahîr Elçî li Amedê hat veşartin. Ew li roja Şemiyê dema wî di konferanseke rojnamevanî de daxwaza aştiyê dikir di êrişelke çekdarî de hat kuştin. Kuştina wî bû egera xwepîşandanên berfireh, lê hêşta sedemên kuştina wî ne zelale û bikujên wî ne hatine destnîşan kirin.

Termê Tahir Elçî, di dema kuûtinê de li Amedê
Termê Tahir Elçî, di dema kuûtinê de li Amedê

Li demekî kû malbat, hevkar û haval û dostên wî hikumetê xetabar dikin bi kûştina birêz Elçî, serokê Partiya Demokratîka Gelan HDPê di rêû resmên veşartina wî de got, kuştina birêz Elçî ji encamê bê dewletiyê ye.

Jibo zanyarî û şirovekirina Bernama Em û Siyaset mêvandariya hêjayan Nuşîrevan Elci, Serokê Baroya Şirnexê û Fuad Onen, siyasetvan û nivîskar li Mêrdîn ê dike.

Jibo guhdarîkirina bernama Em û Siyaset, ji kerema xwe fayla deng kilik bike;

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:23:18 0:00

XS
SM
MD
LG