Îro Înîyê hin ji endamên rikeberiya Sûrî ji AFP re gotin ku di hefteya tê de wê li Riyad konferansa rikeberiya Sûrî bê kirin ji kesayetên siyasî û grubên çekdar jî.
Semîr Neşar endamê hevpeymaniya neştumaniya Sûrî ya rkeber got ku wê civîn roja Sêşem, û Çarşema tê bê kirin û dibe ku roja Pêncşemê be jî.
Ku wê 20 kes ji Hevpeymaniyê bin û 10 ji aliyên din yên rikeberiyê bin.
Tê zanîn ku Erebistana Saudî alîgira rikeberiya Sûriye, li dijî Beşar Esad.
Lê, li gor Neşar, wê partiya PYD e û YPG jiber fişara Stenbolê û ser hevpeymaniya Sûrî jibo vê kombûnê neyên vexwendin.
YPG ya bi bandor û encama edi şerê li dijî DAIŞ ve, lê wê grubên ne di bin navê terorizmê ne, bên vexwendin mîna Ceş al-Îslam û Eniya Başûr jî.
Kombûna Riyad gaveke di plana nûnerê Neteweyên Yekbûyî, Staffan de Mistura ye ji bo pêkanîna giftûgoyan di nav rikeberiyê û rêjîma Sûrî ve.