Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Burhan Şêxe: Çi Agehdarî û Zanyariyên Fermî li Ser Hatin Hêzên Tirkiyê Nînin


Emîd Burhan Şêxe, cêgirê Lîwa 112 e ya Pêşmergên herêma Kurdistanê got, wan çi agehdarî û zanyariyên fermî li ser hatin leşkerî Tirkiyê jibo herêmê nînin û ew nizanin bi çi mebestê hatiye.

Serek wezîrê Tirkiyê Ahmet Daudoglo got, hêzên welatê wî li devera Beşîkê li bakura bajarê Musil hatine danîn piştî gefeya milîtanên Dewleta Îslamî DAIŞ li ser rahênerên leşkerê wan li wê deverê. Hikumeta navendiya Îraqê gelek bi tundî rîakson li hember karê Tirkiyê diyar kiriye.

Emîd Burhan Şêxe, cêgirê Lîwa 112 e ya Pêşmergên herêma Kurdistanê gote Dengê Amerîka, wan çi agehdarî û zanyariyên fermî li ser hatin wan hêza nînin û ew nizanin leşkere Tirkiyê bi çi mebestê hatiye. Lê wî got, ev pirs qet nagehte astê rû bi rubuna çekdarî dinêvbera Îraqê û Tirkiyê de.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna digel Emîd Burhan Şêxe, vî failê deng dagire;

Burhan Shekha
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:19 0:00

XS
SM
MD
LG